CîhanEwropaNûçe

Trump: “Emê bersiva Ehmeqtiya Mekron bidin”

Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê Îniyê bi şev bi tundî ji kiryara vê dawiyê ya Fransayê ya sepandina bac li ser kompaniyên mezin ên “IT”yê rexne kir û ew wek ehmeqiya serokomarê vî welatî da zanîn.

Li gorî rapora Fars Newsê, Trump di twiterê da nivîsî: Amerîka dê bi kiryarên beranber ên ciddî bersiva “Ehmeqiya Emanûêl Mekron” bide.

Serokomarê Amerîkayê destnîşan kir ku Amerîka dê tarifan bisepîne ser hin kelûpelên fransî.

Parlimana Fransayê vê dawiyê tevî hebûna gefên Amerîkayê, qanûn asepandina bacê li ser kompaniyên mezin ên IT’yê pesend kir.

Emanûêl Mekronê serokomarê Fransayê jî hefteya pêş ev qanûn wajo kir.

Parlimana Fransayê texmîn kiriye ku pesendkirina vê qanûnê di sala îsal da, dê 400 miliyon Euroyî û di sala tê da 650 miliyon Euroyî derhatê jibo vî welatî qazanc bike.

Renge bi zêdebûna kêşeya pêkhatî navbera Amerîka û Fransayê ewna şerekî abûrî dest pê bikin; Şerê ku Trump pêştir li dijî hin welatan ji wan Çînê dest pê kiriye.

Başa dön tuşu