IraqNûçeRojhilatanavin

Bexda: 2 dubend metirsîdar hatin girtin

Roja Pêncşemê 18-4-2019`an,serkirdeyetiya oparesyonên Bexdadê li ser girtina 2 dubendên metirsîdar ragihand,ku yekê bazirganiya endamên mirov dikir û yê din jî dizîn dikir.

Serkirdeyê di heyama belavokekê de ragihand ku Hêzeke ji Lîwa 7 firqeya 2 polîsa federal bi hevbeşdariyê li gel ewlekariya niştimanî dikarîn li navçeya Mealêf ya rojavayê Bexdayê dubend bigirtana ku ji 5` kesan pêk dihat û di nav de jin jî hebûn.

Her weha belavokê amaje bi wê yekê jî kir ku hêzeke ji hemen lîwayê li navçeya Beyai 4` diz girtin,hêzan herdu dubend radestî aliyên taybet kirin da ku bi derheqê wan tedbîrên qanûnî werin standin.

Başa dön tuşu