NûçeRojhilatanavinSûriye

Serokkomarê Sûriyê bi dayîna fermanekê dest bi sererastkirina kabîna vî welatî kir

Li gorî rapora SANA`Newsê, Beşar Esed serokkomarê Sûriyê roja çarşemiyê li fermana xwe ya serokatiyê jibo sererastkirina kabînê, Hişam Muhemed Memdûh El-Şuar wek wezîrê dadweriyê, Samir  Ebdulrehman El-Xelîl wek wezîrê aboriyê û ticareta derve û Selam  Muhemed El-Sefaf wek wezîrê geşatiya îdarî ya Sûriyê kivş kirin.

Di eynî demê de li gorî rapora televîzyona  lubnanî ya  El-Meyadînê, artêşa Sûriyê karî ku kontrola  hinek ji çiyayên  anvça Palmîrayê li derdora Himsê bigre destê xwe û ewlehî û  aramiyê vegerîne  navça  Merezafê li rojava  Hemayê.

Çavkaniyeke sûrî ragihand : Hêzên  artêşa Sûriyê operasyoneke  berfireh li dijî meqerên  hêzên terorîstî li çiyayên  derdora  rojhilata  Himsê ji wan  çiyayên  Enter Welhîdê û El-Zelîlê cih anîn ku  piştî wê hejmarek  ji van terorîstan  hatin  kuştin.

Hêzên  hewayî  yên artêşa Sûriyê jî karîn ku  bi dehan tank û kelûmelên  eskerî yên hêzên  terorîstî li navça  Eqîratê li derdora  Selmiyê û hejmarek ji gundên  derdora  bakurê Hemayê ji nav bibin.  (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu