AsyaÎranNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina wezîrên karên derve yên Îran û Tirkiyê li Enqerê

Muhemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê îro înê li yekim qonaxa sefera xwe ya Tirkiyê tev Mewlûd Çawûşoglu wezîrê karên derve yê vî welatî hevdîtin pêk anî û li bara mijarên li gor hez û meyla  her du aliyan şêwirî.  Zerîf û Çawûşoglu li vê hevdîtinê ku bi awayekî dualî û li paş deriyên girtî cih hat li bara meselên herî giring li peywendiyên dualî, navçeyî û navneteweyî gotûbêj kirin. Biryar e wezîrê karên derve yê Îranê tev Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê jî bicive û gotûbêjê bike. Li gor vê raporê Zerîf dema gihêşt Enqerê li gotûbêja bi nûçegihanan re bal kişand ser şikesta darbeya leşkerî li Tirkiyê û got : Beşdariya  gelê Tirkiyê  jibo rawestana  li hember darbekiran derseke giring bû ji darbekiran re û nîşan da ku serdema  darbe û kiryara  eskerî li navçê bi dawî hatiye  û bê guman dê şikestê bixwe.Çawûşoglu jî li merasima pêşewaziya ji Muhemedcewad Zerîf got:Îranê ji destpêka darbeyê li Tirkiyê, piştgiriya xwe ji  dewlet û gelê Tirkiyê li hember darbekiran  ragihand. Biryar e  piştî hevdîtina wezîrên karên derve yên du welatan civîna hevpar li dar bixin. Wezîrê karên derve yê Îranê îro înê bi armanca gotûbêja  li bara   hevkariay anvbera  du welatan, gotûbêja li ser hin pisgirêkên navçê, navneteweyî,  mijara Sûriyê û hevdîtina  tev wezîrê karên derve  û serokkomarê Tirkiyê gihêşt  Enqerê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu