IraqNûçeRojhilatanavin

Bexda: Tirkiye serweriya Iraqê binpê dike

Wezareta Derve ya Iraqê li dijî bombebarana Şingalê ku firokeyên şer ên Tirkiyê pêk anîbûn, bertek nîşan da û ragihand: “Ev binpêkirina serweriya Iraqê ye.”

Firokeyên şer ên Tirkiyê duh bi şev di saet 02:00an de Şingal û Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirin.

Di encama bombebarana Çiyayê Şingalê de 5 pêşmerge şehîd bûn û 7 pêşmerge jî birîndar bûn.

Wezareta Derve ya Iraqê li dijî bombebarana Tirkiyê bertek nîşan da.

Berdevkê wezaretê Ehmed Cemal ji ajansa nûçeyan a APê re ragihandiye, ev bombebaran “binpêkirina serweriya Iraqê ye” û ev bûyer şermezar dikin.

Ehmed Cemal bangewazî li raya navdewletî kir û xweste “Destwerdana Tirkiyê bi dawî bînin.”

Cemal herwiha diyar kir, ku ew hemû operasyonên ku Tirkiye bêyî koordîneya Hikûmeta Iraqê pêk tîne, red dikin.

Weke din Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê got: “Ev bi xwe re çareseriyekê nayne. Berevajî dê rewşa niha aloztir bibe û aramî nemîne.”   (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu