AborîCîhanIraqNûçeRojhilatanavin

Bexda wê bi tamî hevhatina endamên Rêxistina Welatên Firoşerê Niftê (OPEC) ya li ser kêmkirina berhemanînê berçav bigire

Wezîrê niftê yê Iraqê, ragihand: Bexda wê bi tamî hevhatina endamên Rêxistina Welatên Firoşerê Niftê (OPEC) ya li ser kêmkirina berhemanînê berçav bigire.

Li gorî rapora IRNA`yê, Samir Xezban, wezîrê niftê yê Iraqê, roja îniyê li daxuyaniyekê bal kişand ser rola girîng a Iraqê bona serêxwegirtina hevhatina endamên OPEC`ê bona girtina pêşiya raberkirina zêde ji astê ya niftê û got: Tivdîrên pêwîst bona cihatina vê hevhatinê ji aliyê Bexdayê ve hatine girtin.

Xezban herwiha got: Anegorî hevhatina OPEC`ê, Iraq wê sedî 3`ê berhemanîna xwe yanê bi qasî 140 hezar bermîlên niftê di rojê de kêm bike.

Endamên OPEC`ê li civîna Kanûna sala 2018`an de li Viyenayê, ji bo kêmkirina berhemanîna mîlyonek û 200 hezar bermîlan li hev kirin; ji vê astê du sêyê wê yê endaman û yên din ji bo welatên ne endamê OPEC`ê bûne.

Başa dön tuşu