IraqNûçeRojhilatanavin

Bexdayê gullereşandina leşkerên Tirkiyê ber bi neraziyên iraqî şermezar kir

Wezareta derve ya Iraqê gullereşandina leşkerên dagîrker ên Tirkiyê ber bi neraziyên iraqî li parêzgeha Dihokê ya Herêma Kurdistanê şermezar kir û xwest ku leşkerên Tirkiyê ji Iraqê derkevin.

Li gor rapora IRNA, wezareta derve ya Iraqê şemê bi şev bi weşandina daxuyaniyekê kiryara leşkerên dagîrker ên Tirkiyê ber bi welatiyên sivîl ên iraqî ku li devera Şeladizê ya parêzgeha Dihokê  li hemberî kiryarên artêşa Tirkiyê a kuştina sivîlên kurd li Herêma Kurdistanê xwenîşandan bi rê xistibûn şermezar kir.Artêşa Dagîrker bi reşandina gullan ber bi xwenîşanderên nerazî çend ji wan kuştin û birîndar kirin.

Wezareta derve ya Iraqê got ku bi zûtî sefîrê Tirkiyê li Bexdayê ji ber şiroveya vê cinayetê bav dike wezareta derve.

Welatiyên sivîl ên iraqî li devera Şeladizê ya parêzgeha Dihokê li dij hebûna leşkerên Tirkiyê di nav axa Iraqê û êrişên hewayî yên artêşa Tirkiyê li Herêma Kurdistanê û kuştina sivîlên kurd li vê Herêmê xwenîşandan bi rê xistibûn ku li hemberî vê yekê artêşa Tirkiyê ber bi wan gullereşandin û çend ji wan kuştin û çendên din jî birîndarkirin. Hîn hejmara kuştî û birîndaran diyar nîne.

Başa dön tuşu