Wezareta Berevaniyê ya Iraqê nûçeyên weşandî derbarê bicihbûna hêzên amerîkî li bajarê Mûsila navenda parêzgeha Nêynewayê li bakurê vî welatî derew zanî.
Li gorî rapora roja Yekşemiyê ya Mehr Newsê, Navenda ragihandinê ya Wezareta Berevaniyê ya Iraqê ragihand: Nûçeyên weşandî derbarê bicihbûna çekdarên amerîkî li baregehên Mûsilê û derxistina hêzên ewlehiyê û Heşda Şeibî ji wir nerast in.
Hevdem digel plana Doland Trumpê serokomarê Azmerîkayê derbarê derketina çekdarên amerîkî ji Sûriyê, hin nûçe û rapor derbarê tevgerên leşkerî yên Amerîkayê li navçeyên cûrbicûr ên Iraqê hatine weşandin.
Bi hatina hejmareka zêde ya çekdarên amerîkî ji Sûriyê bo baregeha leşkerî ya Eyn El Esed li rojavaya parêzgeha Enbarê Iraqê, Donald Trump Çarşemiyê, 26ê Kanûna 2018an bi amadebûna li vê baregehê ragihand ku wî dil tune ku çekdarên amerîkî yên bichbûyî li Iraqê.
Ev gotinên serokomarê Amerîkayê tûşî nerazîtiya berfireh a kesayetî û komên siyasî yên Iraqê bû.