EwropaMafên MirovanNûçeRojhilatanavinSûriye

Bi 10 hezaran zarok bi tena serê xwe mane

Saziya Îstatîstîk a Ewropayê (Eurotat) hejmara penaberên zarok ku bê dayîk û bavê xwe ji herêmên şer reviyane û berê xwe dane welatên Ewropayê eşkere kir.

Li gorî daxuyaniya Eurotatê, di sala 2016an de 63 hezar û 300 zarokên penaber ku bêyî dayîk, bav û kesekî mezin gihîştine welatên Ewropayê. Li gorî Eurotatê di sala 2015an de ev reqem 96 hezar bû.

Berspirsên Eurotatê di berdewamiya daxuyaniya xwe ya li Luksemburgê de ragihandin ku di sala 2016an de ji sedî 89ê zarokên penaber ku gihîştin welatê Ewropayê kur, ji sedî 68ê wan di navbera 16 û 17 saalî de ne. Ji sedî 21 zarokên ku bi tena serê xwe ji welatê xwe direvin emrê wan di navbera 14 û 15an de ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu