FilistînNûçeRojhilatanavin

Bi dehan bajaroknişînên Siyonîst êrişî Mizgevta El Eqsayê kirin

Zêde ji 100 Siyonîst, îro çarşemiyê êriş birine ser Mizgevta El Eqsayê.

Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Filistînê, 78 bajaroknişînên Siyonîst ligel 60 karmendên ku leşkerên Siyonîst pişta wan digirtin, ji Bab El Mexaribeyê ve derbasî  Mizgevta El Eqsayê bûn û hewl didan ku rêûrismên Telmûdî li Bab El Rehemeyê li dar xînin.

Nimêjkerên filistînî bi qêrîna dirûşma Ellah U Ekber, li hember van destdirêjkiran sekinîn.

Mizgevta El Eqsayê wekî sîmbola sereke ya nasnama îslamî- filistînî ya bajarê Bêyt Ul Muqedesê, hertim bûye armanca kiryarên kavilkir ên Rejîma Siyonîst.

Siyonîst ji bo ku bigihîjin armancên xwe yên serdestîxwez, hertim êrişî ser  Mizgevta El Eqsayê dikin û îhanet li nirxên pîroz ên îslamî dikin. Di encama van êrişan ku ji Cotmeha sala 2015`an yanê ji dema destpêbûna Întifazeya Qudsê ve berfireh bûne de, heya niha zêde ji 380 filistînî şehîd bûne û hejmareka zav birîndar bûne yan jî hatine girtin.

Başa dön tuşu