NûçeRojhilatanavinSûriye

Bi dehan çekdarên rêxistina terorîstî ya El Nusrayê hatin kuştin û serokê win jî birîndar bûne

Wezareta Berevaniya Rûsya ragihand, balafirên wan yên şer li Sûriyê bi dehan çekdar û fermandeyên rêxistina terorîstî ya El Nusrayê kuştine û serokê wê jî birîndar kirine.

Wezareta Berevaniya Rûsya îro ragihand, balafirên wan yên şer duh li çekdarên rêxistina El Nusra (baskê El Qaîdê yê Sûriyê) dane ku di encamê de 12 fermande û 50 çekdarên wê rêxistinê hatine kuştin, gelek çekdar jî birîndar bûne, di nav birîndaran de serokê El Nusra Ebû Mihemed Colanî jî heye.

Di daxuyaniya Wezareta Berevaniya Rûsyayê de nehatiye gotin ka balafirên wan li kîjan devera Sûriyê li El Nusrayê dane lê piraniya hêzên El Nusrayê li derdora parêzgeha Idlibê ya Sûriyê bicîh bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu