IraqNûçeRojhilatanavin

Bi dehan DAIŞ`î li başûrê rojavaya Kirkûkê û rojavaya El Enbarê hatin kuştin

Mêdyayên Iraqê qala kuştina bi dehan têrorîstan ji ebr êrîşên herwayî li ser baregeha DAIŞ`ê li bakur û rojavaya vî welatî kirin.

Li gorî rapora ElXed Press`ê ya Iraqê, beşa ragiahndina şêrr a vî welatî îro pêncşemiyê piştî nîvroj ragihan dku baregeha DAIŞ`ê li beşa El Ebasiyê li şaristana Hevîceyê li başûrê rojavaya parêzgeha kêşe li ser a Kirkûkê li bakurê welêît her wiha bakurê rojavaya Gola Hedîseyê li rojavaya parêzgeha sînorî ya Enbarê li rojavay welêt ketiye ber êrêîşa hewayî û di encamê da bi dehan têrorîstêîn çekdar ên vê koma têropîst hatine kuştion.

Li gorî vê raporê, mêdyaya ccengî ya Iraqê bi daxûyaniyekê ragihand ku hêza hewayî ya vî welatî li ser esasaz anyariyên wergirtî ji rlêvebiriya giştî ya ewlehkarî ûistixbaratê, çar biryargehên DAIŞ`êî li El Ebasiyê ji nav birin ku di encamê da hejmareke zêde ya endamên vê koma têrorîst ku pirraniya wan biyanî bûn, hatin kuştin.

Li daxûyaniyekle din ji mêdyaya cengî ya Iraqê hatiye ku hêza hewayî ya vî welatî her wiha li gorî zanyariyên beşa hewayî ya ser bi fermandariya opêrasiyona hevpar, endamên DAIŞ`ê li bakurê rojavaya Gola Hedîseyê dane ber bomban û di encama wê da jî du sitargehên vê koma têrorîst ji nav çûn û bi dehan têrorîstên di nav da hatin kuştin û ambareke çek û cebilxcaneyê jî hat rûxandin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu