IraqNûçeRojhilatanavin

Bi dehan endamên DAIŞ`ê li Mûsilê hatin kuştin

Hêzên gelanî yên Iraqê li dewama pêşketinên xwe li rojavaya Mûsilê herî kêm 20 terorîstên DAIŞ`ê li gundê El-Hucf li rojavaya Mûsilê navenda parêzgeha Nêynewayê bikujin.

Gor vê nûçeyê herî kêm 21 terorîst jî ji ber êrişa hewayî ya artêşa Iraqê ser rojavaya Mûsilê hatine kuştin. Hêzên gelanî yên Iraqê herwisa sê erebên DAIŞ`ê li rojavaya Mûsilê şewitandin.

Hêzên hewayî yên artêşa Iraqê herwisa êrişî ser kombûneke terorîstên DAIŞ`ê li başûra rojavaya Teleferê kirin û gelek ji terorîstan jî li vê navçê kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu