Bi dehan endamên DAIŞ`ê li Silêymaniyê hatine girtin
Dayra ewlehiyê ya Silêymaniyê li pûçkirina operasiyoneke terorîstî û girtina 40 endamên grûpa terorîst a DAIŞ`ê li vî bajarî agahî da.
Li gor rapora IRIB News`ê, Saziya ewlehiyê ya Silêymaniyê ragihand ku wan duh duşemê li çend operasiyonan 40 terorîstên ku dixwestin saziyên hikûmetê li Silêymaniye, Helebçe û Germiyanê dagîr bikin, girtin û birek ji wan jî hatine kuştin.
Hatiye ragihandin ku gellek mobayl ligel têrorîstên hanê hatine girtin ku jibo teqandina bombeyan ji rêka dûr ve dihatin bikaranînê.
Dayra ewlehiyê ya Silêymaniyê ragihandiye ku lêkolîna jibo naskirin û girtina hemî têrorîstên li vê deverê didome.
Pêştir jî grûpa terorîst a DAIŞ`ê piştî destpêbona operasiyona azadkirina Mûsilê, bona asêkirina vê operasiyonê bi zêde ji 100 terorîstan êrişî ser bajarê Kerkûkê kir ku dixwestin vî bajarî dagîr bikin lê êrişa wan rastî işkestê hat.
Li şer û pevçûna di navbera hêzên ewlehîyê yên Kerkûkê û grûpa terorîst a DAIŞ`ê da, qumande û pilandanerê vê êrişê hatine girtin û birek ji terorîstan jî hatine kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)