IraqNûçeRojhilatanavin

Bi dehan endamên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li parêzgeha Neynewayê hatine kuştin

Li operasiyona hêzên gelanî yên Iraqê dijî terorîstên DAIŞ`ê li parêzgeha Neynewayê 35 terorîst hatine kuştin.

Li gor rapora ajansa nûçan a El-Yewmul Sabêi:Hêzên gelanî yên Iraqê îro pênc şemê li bajarê Teleferê li rojavaya Neynewayê pîşiya êrişa terorîstên DAIŞ`ê girtin û li vê şer û pevçûnê 35 terorîst hatine kuştin.

Herwisa li vê operasiyonê Ebû Qusûre El-Şamî serkirdeyekî DAIŞ`ê hate kuştin.

Hêzên artêşa Iraqê bi alîkariya hêzên gelanî yên vî welatî li operasiyona azadkirina Mûsilê li şerê tev terorîstên DAIŞ`ê ne û li vê operasiyonê heta niha derbên mezin li terorîstan ketine.

Li qonaxa dudyan a operasiyona azadkirina bajarê Mûsilê ji destê terorîstan heta niha gelek ji navçên rojhilata vî bajarî ji destê terorîstan hatiye derxistin.

Fermandarê hêzên berteka lezgîn a Iraqê destnîşan kir; Hêzên iraqî li dewama pêşketinên xwe ketine nav navça El-Întesar li rojhilata Mûsilê û ev navça jî ji destê terorîstan derxistin.

Pêştir jî hêzên iraqî navça El-Wehde li rojhilata Mûsilê ji destê terorîstan derxistibûn.

Hêzên iraqî herwisa riya Mûsil bi Kerkûkê jî ji destê terorîstên DAIŞ`ê azad kirin.

Opêrasyona azadkirina Mûsilê ji 17`ê Cotmeha sala 2016`an va li gorî fermana Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê destpê bûye (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu