FilistînÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Emîrebdullahiyan: “Serketina gelê Iraqê li hemberî terorîstan ciyê şanaziyê ye“

Alîkarê taybet ê serokê meclisa şêwra îslamî ya Îranê li karûbarên navnetewî got: “Serketina gelê Iraqê li hemberî terorîstan ciyê şanaziyê ye“.

Li gor rapora IRIB News`ê, Husên Emîrebdullahiyan Alîkarê taybet ê serokê meclisa şêwra îslamî ya Îranê li karûbarên navnetewî li hevdîtina duh duşemê tev Racêh Sabêr Ebûd Elmûsevî baylozê Iraqê li Têhranê bal kişande ser peywendiyên bê mînak ên du welatên Îran û Iraqê û ji xebatên bi nirx ên dewlet û gelê Iraqê li mazovaniya ji zairên Erbeyîna Husêyînî qedrzanî kir.

Husên Emîrebdullahiyan destnîşan kir: “Ji ber xebatên berbiçav ên baylozê Iraqê li Têhranê û jiber peywendiyên herî baş di navbera Têhran û Bexdayê, her salê gelek ji xelkê Îranê bi hêsanî pişkdariya rêûresma Erbeyîna Husêyînî dikin ku ciyê qedrzaniyê ye“.

Husên Emîrebdullahiyan bal kişande ser alûgorên vê dûmahîkê li Filistînê ji ber biryara şaş û neberaqil a serokkomarê Amerîkayê li bara Qudsa Şerîf ragihand ku pêwîst e hemû misilanên cîhanê li bara mesela Filistînê wehdet û biratiya xwe biparêzin û li hemberî van cure siyasetên dijî gelê Filistînê rawestin.

Wî got: “Vê biryara Trump ku Quds wekî paytexta Rejîma Siyonîstî daye nasandinê qet hêtibar tune û Qudsa şerîf pişkek ji axa Filistînê ye û nasnama Mescidul-Eqsayê û Qudsê qet nayê guhartin“.

Racêh Sabêr Ebûd Elmûsevî baylozê Iraqê li Têhranê bilî qedrzaniya ji piştevaniyên Komara îslamî ya Îranê ji gelê Iraqê li şerê dijî terorîstan got: “Li rewşa awarte ya navçê berfirehbûna peywendiyên navbera Têhran û Bexdayê gelek girîngiya xwe heye“. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu