IraqNûçeRojhilatanavin

Bi dehan gund li Iraqê ji hebûna DAIŞ`ê hatin paqijkirin

Li gorî rapora kanala têlêvîzyonî ya AL ALAM`ê, Ebdulemîr Reşîd Yarelah, fermandeyê operasyona paqijkirina navçeyên El Firat û El Cizîre yên Iraqê, roja pêncşemiyê herwiha got: Li vê operasyonê, artêş, Heşda Şebî û polîsê fêdêral ê Iraqê bi piştevaniya hêza hewayî ya artêşê beşdar bûn û pênc hezar û 800 kîlometreyên çarkunc ên ku DAIŞ`ê dagîr kiribûn, paqij kirin.

Operasyona paqijkirina navçeyên El Firat û El Cizîre yên Iraqê, navçeyên di navbera sê parêzgehên Selahedî, Neynewa li bakûr û El Enbarê li rojavaya Iraqê digire ber xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu