Hêzên artêşa Sûriyê, li çend operasyonan karîn kontrola 30 gund û bajarokan li dorhêla bakûrê rojhilata parêzgehên Hemah, Heleb û başûrê rojhilata parêzgeha Idliba Sûriyê bigirin destê xwe.
Li gorî rapora roja çarşemiyê ya Al Mayadînê, di encama operasyona artêşa Sûriyê de hejmareka zav a terorîstan hatin kuştin û birîndar bûn. Yekîneyên endazyarî yên artêşa Sûriyê jî li halê paqijkirina van gundan ji van mayînan in ku terorîst danîbûn.
Navçeyên ku hatine azadkirin başûrê rojhilata Xenasirê li rîfa Helebê heya Sincarê li rîfa Idlibê û El Senê li rîfa Hemahê digirin ber xwe.
Artêşa Sûriyê û hêzên Berxwedanê ji duh ve mêhwera operasyona xwe dane ber bi dabînkirina ewelhiya pişka rojhilat a bargehên hêzên li rîfa başûrî ya Idlibê ve.
Pêwîstiya dabînkirina ewlehiya bereya rojhilat li mêhwera ku ji rîfa Hemah heya Idlibê ve didome û digihîje Helebê, bûye sedema vê guhertina taktîkê ya Artêşa Sûriyê ta ku hêzên Berxwedanê bikaribin hemî gund û bajarokên ku li vê navçeyê dorpêç bûne, azad bikin.
Sûriye eva nêzî heft salan e ku ji aliyê hin komên çekdar û terorîstên wek DAIŞ û Cibhetunusrê ve ku welatên rojavayî û hin welatên navçê pişta wan digirin ve rastî qeyranê hatiye. Bi pêşveçûna artêşê û hêzên Berxwedanê, Sûriye piştî bi salan berxwedanê bereberî serketina tam a li hember terorîsmê ye.