IraqMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Bi dehan hezar kes ji xelkê Kerkûka Iraqê li dorpêça terorîstan

Çavkaniyên iraqî li bara dorpêçkirina zêde ji 200 hezar iraqiyan li beşa Huweycê li parzêgeha Kerkûkê ya Iraqê ji aliyê terorîstên DAIŞê agahî dan.

Li gorî rapora malpera El-Someriye Newsê Umer El-Neîmî serokê eşîrên bajarê Huweycê roja duşemiyê got : grûpa terorîstî ya DAIŞê zêde ji 200 hezar kes ji xelkê vê navçê dorpêç kirine û xelk ji ber kêmasiya  xwarek û tendirustiyê îza dibin. li gorî vê raporê rewşa jiyanê li bajarê Hewîcê pir bi kirîz e û çend zarok ji ber kêmasiya şîrê hişk ji birçîtiyê mirine. Serokşîrên Hewîcê hişyarî da: Ji ber dorpêçkirina bajarê Hewîcê ji aliyê grûpa terorîstî ya  DAIŞê li rojên tê em ê karesateke însanî bibînin. Di eynî demê de Muhemed Temîm nunerê parlemana  Iraqê ji parzêgeha  Kerkûkê îro li daxûyaniyekê ragihand, jînosaydeke komî çavrê xelkê Huweycê ji aliyê grûpa terorîstî ya DAIŞê ye ji ber ku  niha  li 4 rojan 112 kes ji xelkê Huweycê ji aliyê DAIŞê hatien îdamkirin.Xelkê Kerkûka Iraqê dil hene ku ji destê grûpa terorîstî ya DAIŞê birevin ku grûpa terorîstî ya DAIŞê rê li ber wan girtiye.

Ji ber ku terorîst kesên ku  ji vê navçê derkevin dikujin, Li gor nûeyeke din hêzên artêşa Iraqê roja duşemiyê êrişa terorîstên DAIŞê ser bajarê El-Rutebê li parêzgeha  Enbarê li rojava Iraqê bêencam kirin û xisarên giran li wan xistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu