NûçeRojhilatanavinSûriye

Bi dehan kes di encama teqîna li nêzîkî sînorê Sûriyê bi Tirkiyê ra hatin kuştin an birîndar bûn

Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku bi dehan kes di encama teqîna li bajarekî di bin kontrola neyarên sûrî ya li nêzîkî sînorê Tirkiyê de, hatin kuştin yan jî birîndar bûn.

Saziya Mafên Mirovan a Sûriyê ku navenda wê ya sereke li bajarê Londonê ye, nîvroja îro ragihand ku teqîneke giran navçeya El Mehkeme El Şeriyê li navenda bajarê Eizazê li dorhêla bakûriya parêzgeha Helebê li bakûrê Sûriyê û li nêzîkî sînorê vî welatî bi Tirkiyê re, hejandiye.

Saziya Mafên Mirovan a Sûriyê, bi ragihandina vê yekê ku hegera teqîna li bajarê Eizazê ku di bin kontrola komên çekdar ên dijî pergala desthilatdar li vî welatî da ye, trombîleka bombekirî bûye û destnîşan kir ku di encama wê de heya niha bi dehan kes hatine kuştin an birîndar bûne.

Kanala nûçeyan a El Hedesê ji zarê çalakvanên dijî nizama desthilatdar li Sûriyê ragihandiye ku di encama teqîna hanê de 60 kes hatine kuştin.

Başa dön tuşu