İslami Davet Kurdi Bange İslami

Bi dehan kes ji ber gullereşandinê li navçên curbicur ên Amerîka hatine kuştin

Navenda serhejmariya gullereşandinê li Amerîka ragihand ku ji ber gullereşandinê li navçên curbicur ên vî welatî 33 kes hatine kuştin.

Li gor rapora IRIB News`ê, Navenda serhejmariya gullereşandinê li Amerîka duh çarşemê ragihand ku 163 cure gullereşandina ser xelkê li 48 saetên bihurî hatiye ragihandin ku ji ber van gullereşandinan herî kêm 112 amerîkî hatine kuştin yn jî birîndar bûne.

Li roja çarşemiyê 39 caran ser xelkê gulle hatine reşandin ku ji ber vê yekê 10 kes hatine kuştin û 21 kes jî birîndar bûne.

Hatiye ragihandin ku para pirtir a van gullereşandinan li eyaletên Kalîforniya, Karolînaya başûrî, Mirîlend û Karolînaya bakûrî qewimîne.

Roja sêşemiya bihurî jî 124 caran ber bi xelkê Amerîka gulleh hatiye reşandin ku 23 amerîkî hatine kuştin û 58 kes jî birîndar bûne.

Gor vê raporê li sala 2016 54956 caran ber bi xelkê gulleh hatine reşandinê ku ji ber van gulleh reşandina 14181 kes hatine kuştin û 29167 kes jî birîndar bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version