Di encama operasyona artêşa Yemenê li bakûrê vî welatî de, bi dehan kirêgirtiyên erebistanî hatin kuştin.
Li gorî rapora ajansa fermî ya nûçeyan a Yemenê, artêş û hêzên gelanî yên Yemenê, li bersiva li hember binpêkirina dubare ya agirbesê ji aliyê kirêgirtiyên erebistanî ve, 5 pêgehên stratêjîk ên li navçeya El Sebrînê li rojhilatê parêzgeha Cûfê, bakûrê Yemenê azad kirin.
Di encama van pevçûnan de, bi dehan kirêgirtiyên erebistanî hatin kuştin û hinek jî birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)