NûçeRojhilatanavinYemen

Bi dehan kirêgirtiyên siûdî li Yemenê hatin kuştin

Hêzên artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê, li parêzgeha Şebwe ya li başûra Yemenê, pêşiya pêşveçûna kirêgirtiyên Alê Siûd girtin û bi dehan kes ji hêzên kirêgirtî kuştin.

Kanala nûçeyan a El Mesîrê ji zarê çavkaniyên leşkerî ragihand ku kirêgirtiyên Alê Siûd, roja duşemê hewl didan ku ber bi navçeya Esîlan a parêzgeha başûrî ya Şebwê ve pêşda herin ku bi berxwedana hêzên yemenî re rûbirû man. Di encama vê operasyonê de 37 kirêgirtiyên siûdî bi destê hêzên yemenî ve hatin kuştin û 23 kesên din jî birîndar bûn.

Li gorî vê raporê, piştî vê şikestê û xisarên zav ên ku li kirêgirtiyên siûdî ketin, gellek nakokî di navbera kirêgirtiyên siûdî de derketine.

Hêzên yemenî herwiha berêvariya duşemiya buhurî karîn panzêreka siûdî biteqînin.

Hêzên yemenî li halekê ji axa welatên xwe berevaniyê dikin ku balafirên cengî yên hevalbendiya siûdî, li êrişên xwe yên herî dawîn, navçeya El Umerî ya li bajaroka Zebabê li parêzgeha başûrî ya Teêzê dan ber bombeyan.

Di encama vê êrişê de çend kesên sivîl birîndar bûn û hin xisar jî li navçeyên xelktêde ketin.

Kanala televîzyonî ya Al ALAM`ê jî ragihand: Artêşa Yemenê qayiqên cengî yên destdirêjker ên Erebistana Siûdî li perravên El Muxayê li Teêzê dan ber bombeyan. Tu raporek li ser kuştiyên hêzên destdirêjker di vê êrişê de nehatiye weşandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu