FilistînMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Şehadeta xortê filistînî li Nablosê

Wezareta tendirustiya Filistînê ji şehadeta xortekî filistînî bi derbeya Gulleya leşkerên Rejîma Siyonîst nêzîkî navenda rawestan û lêkolîna Zeiterê li Nablosa li bakûrê Perravê Rojava Çemê Urdinê, agahî da.

Li gorî rapora malpera nûçeyan a Filistîn El Yewmê, wezareta tendirustiya Filistînê, roja pêncşemiyê ragihand, leşkerên Rejîma Siyonîst, meytê vî xortê neda hêzên Hîva Sor a Filistînê ku li cihê bûyerê bûn û meytê vî şehîdî birin cihekî nediyar.

Bi giranbûna cinayetên Rejîma Siyonîst dijî Filistîniyan û herwiha destdirêjiya vê rejîmê ser avahiyên îslamî û hewldana wê jibo perçekirina cih û dema mizgevta El Eqsayê, filistînî li Cotmeha 2015`an li bersiva bi van cinayetan, intifazeya Qudsê dest pê kir.

Bi şehadeta vî xortê filistînî, hejmara şehîdên intifazê ji Cotmeha sala 2015`an ve heya niha gihîştiye 265 kesan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu