ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Mescîdî: Têhran dixweze Iraq di hemî waran de bihêz û pêşketî be

Îrec Mescidî, li koma mamoste û xwendekarên Zanîngeha Berevaniya Netewî ya Iraqê li Bexdayê, bal kişand ser vê yekê ku nihêrîna Îranê li hember Iraqê anegorî nihêrîna firqeyî û partîtiyê nîne û got: “Îran xwazyarê aştî, dostanî û biratiya bi Iraqê re ye û her li ser vê bingehê jî her du welatan sînorên xwe kirine sînorên dostanî û hevkariyê”.

Mescêdî bi pêgîriya li ser vê yekê ku Îran wê her alîkariyekê bo pêşketina Iraqê bike got: “Divê peywendiyên di navbera Îran û Iraqê de di hemî waran de zêde û berfireh bibin ta ku wekî mînakeka serketî ya ji hevkariya her du welatên cînar li peywendiyên navnetewî werin nasandin”.

Balyozê Îranê li Iraqê herwiha bal kişand ser hevkariya di navbera her du welatan de di warê şerrê dijî DAIŞ`ê de û got: “Îran li ser daxwaza dewleta Bexdayê ji bo alîkariya bo Iraqê û bêyî ti teblîxekê derbasî vî welatî bû ta ku bona jinavbirina terorîstan alîkariya Iraqê bike”.

Mescêdî bal kişand ser vê yekê ku Iraq wê hevalekî rastbêjtir ji Îranê tunebe û got: “Serxwebûn û hakimiyeta netewî û mezinahiya gelan ji bo Îranê pirr girîng in”.

Balyozê Îranê li Bexdayê herwiha bal kişand ser peywendiyên di navbera Têhran û welatên Ereb de û herwiha got: “Îran dixweze ku bi hemî welatên Ereb re dostanî û peywendiya wê hebe”.

Başa dön tuşu