AborîCîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Bi dehan rayedarên amerîkî dixwazin Trump bizvire Rêketinama Atomî ya digel Îranê

Zêde ji 50 rayedarên berê yên ewlehî, sîyasî û leşkerî yên amerîkî pêgirî li ser pêwîstîya vegera Waşîngton li Rêketinama Atomî ya digel Îranê kirin.

53 rayedarên berê yên Amerîkayê ki di nava wan de kesên ji her du bereyên Dêmokirat û Komarxwaz xûya dikin, di daxûyanîyekê de ragihandin: Sîyaseta Donald Trump li hemberî Îranê û vekişîna wî ji Rêketinama Atomî ya digel Îranê wê dûhatan ji bo Amerîkayê bîne.

Wajokirên vê daxûyanîyê bal kişandine ser vîya ku dewleta Amerîkayê derbarê daxwaza xwe ji Îranê de rêbaza dîplomatîk berçav negirîtye û ragihandine ku Amerîka bi pêbendîya dubare li Rêketinama Atomî dikare bi Îranê û wajokirên din ên vê rêketinamê re derbarê çêtirkirina wê muzakirê bike.

Donald Trump serokomarê Amerîkayê di 8`ê Gulanê de buxtanên pûç ên li dijî Îranê careka din dubare kirin û vekişîna Waşîngtonê ji Rêketinama Atomî ya digel Îranê û sepandina dubare ya boykotên navokî di du qonaxan de ragihand.

Tevî vê yekê, Fransa, Çîn, Alman, Rûsîye û YE`yê wekî alîyên Rêketinama Atomî hela jî piştgirîyê didin vê rêketinama navnetewî.

Başa dön tuşu