ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Peyama sersaxiya Nûnerê Weliyê Feqîh li karûbarên Hecîtî û Ziyaretê li pey şehîdbûna ziyaretkirên îranî

Hucet ul islam wel muslimîn seyd Elî Qazî Esker Nûnerê Weliyê Feqîh li karûbarên Hecîtî û Ziyaretê êvara yekşemiyê li peyamekê ragihand: Opêrasiyona têrorîstî ya komên tekfîrî li bajarê Samerayê ku hevdem digel opêrasiyona rizgarkirina Mûsilê û li berebereê birêxistina Komcivîna Mezin a Çilema Îmam Hisên (S) (Erbeîn) li Iraqê qewimî , careke din nîşan da ku dijminên îslamê û kirêgirtiyên wan ên tekfîrî li pey tolhildana ji misilmanan bi taybet şopînerên binemala pêxemberê îslamê (S) ne.

Her viha Seîd Ohedî serokê saziya Hecîtî û Ziyaretê ya Îranê li hevpeyivîneke têlêvîziyonî ragihand ku sefera ziyaretkirên îranî bo Sameraya bakûrê Iraqê hat qedexekirin.

Wî her viha got: Ev biryara li pey du opêrasiyonên têrorîstî yên roja yekşemiyê ku di encamê da zêdetir ji sed ziyaretkirên îranî hatin kuştin an birîndar bûn, hat dayîn.

Ohedî her viha got: Birîndarên van du opêrasiyonên têrorîstî bi çar helîkolpteran bo nexweşxaneyên Kazimîn û Bexdayê hatin rakirin û a niha 58 ziyaretkirên îranî li van nexweşxaneyan hatine razandin.

Sibeha roja yekşemiyê di encamam opêrasiyonên têrorîstî li nêzikî otobûsên karwanên ziyaretî yên Îranê li nav parkînga Heremên Îmamên Eskerî (S) li Samerayê 90 ziyaretklirên îranî şehîd bûn û 90 kes jî birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu