FilistînNûçeRojhilatanavin

Bi dehan siyonîstan bêhurmetî li yekem qibleya misilmanan kirin

Di dema bêhurmetiya li yekem qibleya misilmanan ji aliyê siyonîstan va, bi dehan efser û bajaroknişînên siyonîst îro anku Pêncşemiyê destdirêjî li ser Mizgefta Eqsayê kirin.

Li gorî rapora Navenda ragihandinê ya Filistînê, 64 telebe (xwendevanê dînî) û bajaroknişînên siyonîst bi piştevaniya giran a çekdarên israîlî bêhurmetî li Mizgefta Eqsayê kirin. 40 çekdarên pileberz ên israîlî jî ji Bab El Muxaribeyê ketin nav Mizgefta Eqsayê û deb û rismên Telmûdiyê cih anîn.

Mizgefta Eqsayê bûye qada tevgerên çekdar û bajaroknişînên siyonîst jibo jinavbirina pênaseya îslamî û filetiyê ya beytul Muqedesê û danîna nimadên siyonîst di dewsa wan da.

Başa dön tuşu