IraqNûçeRojhilatanavin

Bi dehan têrorîst li başûrê Sûriyê harin kuştin

Artêşa Sûriyê, 20 têrorîstan li başûrê vî welatî kuştin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Sûriyê, SANA`yê, yekîneyên artêşa Sûriyê, roja yekşemiyê bi êrişa ser cihê kombûna terorîstên endamê grûpa têrorîst a DAIŞ`ê li derdora başûrê rojhilatê Suwêydayê li başûrê vî welatî, 20 têrorîstî kuştin.

Hêzên artêşa Sûriyê li vê operasyonê hin alavên giran û trombîlên ku tîrbara grûpa têrorîst a DAIŞ`ê li ser wan bûn, li gundê El Miftere li 75 kîlometriya rojhilatê bajarê Suwêydayê, ji nav birin.

Ji aliyê din ve, hêzên artêşa Sûriyê xwe nêzîkî balafirgeha Tebeqê ya li parêzgeha Reqe ya li bakûrê vî welatî kirin.

Artêşa Sûriyê piştî pevçûna tev endamên DAIŞ`ê, du terorîst girtin.

Artêşa Sûriyê, gihîştiye sînorên idarî yên parêzgeha Reqê û dil heye demlidest vê parêzgehê ji lepên endamên DAIŞ`ê derxîne. (BANGÊ 3ISLÂMİ)

Başa dön tuşu