NûçeRojhilatanavinSûriye

Bi dehan terorîst li Humsê hatin kuştin û birîndar bûn

Bi dû teqîna depoyeka madeyên teqandinê yên Cibhetunusrê li dorhêla bajarê Humsê ji aliyê artêşa Sûriyê va, bi dehan terorîstên endamên vê komê hatin kuştin yan birîndar bûn.

Kanala televîyonî ya AL ALAM`ê ragihand, artêşa Sûriyê û hevgirtiyên wê hewldana terorîstan a jibo ketina nava navçeya Coberê ber bi navendên leşkerî yên li derdora karistana Keraşê, bêencam kirin û bi dorpêçkirina wan gellek xisar li wan xistin.

Terorîstan ji sibeha îro va bi du teqîn û operasyoneka têketinê hewl dan ku bikevin nava navçeyên Cobbêr û Qaboyê li dorhêla rojhilatê Şamê û herwiha hewl dan ku binavahiyên ceryanê dagîr bikin û bi vî awayî cîgeh û mewqiya xwe li di vê navçeyê de tesbît bikin.

Li gorî hin raporan di encama pevçûna di navbera komên terorîst û artêşa Sûriyê, Ebûasim serkirdeyê Cibhetunusrê li navçeya dorhêla rojhilat hatiye kuştin.

Kanala televîzyonî El Ixbariye jî li raporekê ragihand, nûçeyên hin medya li ser serdestiya terorîstan li navçeya termînala El Ebasînê li Şamê nerast in. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu