IraqNûçeRojhilatanavin

Muqtedar Sedir: Bila komên çekdar bên jiçekirin

Serokê Tevgera Sedir a Iraqê ji wezîrê karên hundur ê vî welatî xwest ku piştî betlaneya eyda Remezanê dest bi jiçekirina komên çekdar li welêt bike.

Li gorî rapora malpera Bexdad Al Yewmê, Muqteda Sedir li nivîsarekê li rûpela xwe ya Fêysbûkê nivîsî: Ez ji Qasim Al Eirecî wezîrê karên hundur ê Iraqê dixwazim ku ji bo bihêzkirina dewlet, artêş û polîsan, komên çekdar ji çek bike û sîlehên wan radestî dewletê bike.

Sedir herwiha got: Ez ji hemî hêzên iraqî, wezareta karên hundur û birayê xwe Qasim Al Eirecî dixwazim ku demajoya jiçekirina komên çekdar piştî cejna Remezanê bi vê agahîyê ku bajarokê Sedrê tam hatîye jiçekirinê, destpê bike.

Wî pêgirî li ser pêwîstîya cihanîna van fermanan û radestkirina çekan bo dewletê kir û temî da ku diravê ji ber firotina çekên hanê ji bo jinûveavakirina deverên hejarnişîn ên Iraqê were xerckirin.

Başa dön tuşu