BehreynErebîstanNûçeRojhilatanavin

Welatên Kendavê dixwazin baregeheke leşkerî li Bahreynê ava bikin

Li gor nûçeya kovara El-Ehram el-Arabî ya nêzîkî dewleta Misirê, ger Qeter daxwazên Erebîstana Siûdî, Emîratên Erebî, Bahreyn û Misirê di nav 72 saetan de bicih neyîne, dê ew welat serî li hin toleyên din bo Qeterê bidin.

Çavkanîyên payebilind ên Erebî dibêjin, di nav wan toleyên ambargoyê de betalkirina endamtîya Qeterê ya Konseya Hevkariya Kendavê, cemidandina mal û milkan jî cî digirin.

Herwiha hat gotin ku di vê çarçoveyê de avakirina baregeheke leşkerî li Bahreynê jî di nav wan toleyan de heye.

Ger ew tole werin bicihanîn, dê care ewil Misir hêza xwe ya leşkerî li herêma Kendavê bicih bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu