NûçeRojhilatanavinSûriye

Terorîstên ASA yê dibistana gund kirine axura dewara

Girûpeke çekdar a bi Ser Tirkiyê ve, li gundekî devera Efrînê ya Sûrîye, dibistana gund kirine axura dewara û heya niha nahêlin xelkên wî gundî vegerin malên xwe.

Li gor wan jêderan, girûpa Feyleq El-Şam, dest daniye ser tevaya xanî û milkên gundê Elemdara yê navçeya Recoyê û dibistana gund ji kirine axir û tê de pezên xwe bicî dikin, herwisa û pezên xwe li nav zevî û rezan diçêrînin.

Heman jêderan bibîranîn ku heya niha tenê 5 malbat ji rêjeya 65 malan karîne vegerin nav mal û milkên xwe, ango çekdarên girûpa navbûrî, 7 mal ji xwe re kirine baregeh û yê dîtir jî malbatên xwe tê de bicîkirine.

Herwisa girûpa Feyleq El-Şam hemû darên Tû, sic, bihîv, sidîgan û mazî li nava gund birîne û weke êzingan firotine.

Tê zanîn ku komîteke lêkolînê ya navdewletî, gelek binpêkirin li devera Efrînê li ser destên milîsên bi ser Tirkiyê belgekirine û wê rêxistinê gotibû ku lêtengkirina li ser welatiyan û belavbûna diyardeya revandinê bi mebesta stendina peran berdewam in.

Başa dön tuşu