AsyaNûçeRojhilatanavinSûriye

Bi dû êrişa Tirkiyê, 35 sivîl li bakûrê Sûriyê hatin kuştin

Rêxistina Çavdêra Mafên Mirovan a Sûriyê, roja yekşemiyê ji zêdebûna hejmara sivîlên ku li bakûrê Sûriyê, hatine kuştin, agahî da û ragihand ku bi dû êrişa hewayî û êrişa bi hawanan a Tirkiyê, 35 kesên sivîl hatin kuştin û 75 kes jî birîndar bûn.

Ramî Evdirehman, serokê Rêxistina Çavdêra Mafên Mirovan  a Sûriyê, malpera nûçeyan a vê rêxistinê re got: Di encama êrişa hewayî û êrişa bi hawanan a îro ya Tirkiyê de li gundê Beir El Kewsayê li başûrê bajarê Cerablusê ku ketiye dorhêla bakûrî ya Helebê, heya niha 35 kesên sivîl hatine kuştin û 75 kes jî birîndar bûne. Li gorî rapora vê rêxistinê, 20 çekdarên kurd jî di encama êrişa îro ya Tirkiyê ser bakûrê Sûriyê de, hatine kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu