NûçeRojhilatanavinYemen

‘Bi hezaran berhemên dîrokî zirar dîtin’

Midûrê Giştî yê Abîde û Muzeyan ê Yemenê Muhanned el Siyani ragihand ku di şerê 2 salî de bi hezaran berhemên dîrokî wêran bûn û muze hilweşiyan.

Muhannid el Siyani di axaftina xwe de got: “Me lîsteya 50 cihên çandî ku ji êrişên balafirên koalîsyonê werin parastin amade kiriye. Mixabin li hemberî van cihan jî êrişên hewayî pêk tên û hinek cih bi dehên caran hatin bombekirin.”

El Siyani di berdewamiya axaftina xwe de got: “Di çarçoveya van êrişên hewayî ku çiqas zirar dane berhemên dîrokî de tu done di destê me de tunene. Dema derfeteke me wiha çêbû em ê bi pisporan vê rewşa berhemên dîrokî zelaltir bikin. Hinek cih divê pêşî ji mayîn û teqemeniyan werin paqijkirin. Ji bo rastkirin û restorasyonê jî pêwistî nêzîkî bi milyonek dolar heye.”

Mîdûrê muzeye di dirêjiya axaftina xwe de got: “Berhemên dîrokî ji bo ku ji êrişên hewayî werin parastin ji bo cihên bi ewle hatin veguhestin. Lewra Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) êrişa li dijî berhemên dîrokî qedexe kiriye û weke sûc dihesibîne. Piştî ku li Yemenê aramî saz bû em ê derheqê wan welatên ku êrişî berhemên dîrokî dikin li dadgeha navneteweyî dozê vekin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu