EfrîqaNûçe

Bi hezaran çek hatin şewitandin

Li Kenyayê, ew çekên ku di operasyonan de hatine desteserkirin an jî bi awayekî dilxwazî hatine radestkirin li paytexta wî welatî Nairobiyê hatin şewitandin.

Kenyaya ku rastî bêtirî 100 êrîşên rêxistina tundrew a Şebabê hatiye, çekên neqanûnî yên hêzên ewlekariyê dest daniye ser wan, îmha kirin.

Li ser girê Ngogê yê nêzîkî Nairobiyê 5 hezar û 250 çek ku komik çêkiribûn hatin şewitandin.

Hat ragihandin ku piştî benzîn bi ser wan çekan de hat dakirin, agir bi metreyan bilind bûye. Ji aliyê din ve, Alîkarê Serokê Dewletê William Ruto ragihand ku wan ew çek şewitandine ta ku nekevin destên komên tundrew. Herwiha Ruto diyar kir ku ev çekên neqanûnî di 9 salên dawî de hatine desteserkirin.

Çekên ku ji bo nêçîrê û diziyên navgînan dihatin bikaranîn bi dilxwazî hatine radestkirin bo hêzên ewlekariyê. Hêjayî gotinê ye ku gelekî dijwar e, mirov bikare çekan bi awayekî qanûn bi dest xîne yan jî ruxseta çekan bistîne lê tevî wê jî rayedar texmîn dikin ku bi kêmasî 500 hezar çekên qaçax hene û li gel hemû bergiriyan bi hezaran çek di sînorî re tên derbaskirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu