NûçeRojhilatanavin

Serdana Zerîf ya Bironêiyê

Wezîrê karên derve yê Îranê ku jibo hevdîtina ligel rayedarên Sengapûrê çûbû vî welatî, li dewama serdana xwe ya dewreyî bo başûra rojhilata Asiyayê, çû Bironêiyê.

Li gorî rapora nûçegihanê me, berfirekirina peywendiyên siyasî û aborî yên dualî ji armancên serdana yekrojî ya Mihemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Komara Islamiya Îranê bo Bironêiyê ye.

Zerîf di vê serdanê da yê bi Hesen Bolkiyah paşayê Bironêiyê, Muhtedî Bîlah welîehd, Hacî Elî ibnê Hacî Apong wezîrê tûrîsm û çavkaniyên seretayî, Lîm Cak Sîng wezîrê ticaret û karên derve yê vî welatî ra hevdîtin û gotûbêjê pêk bîne.

Hevdîtina ligel Hacî Mihemed Yasemîn Ibnê Hacî Umer wezîrê enerjî û pêşeya Bironêiyê ji bernameyên din ên serdana Zerîf ya Bironêiyê ye.

Wezîrê karên derve yê îranê ligel tqaximeke siyasî serdana xwe ya welatên rojhilata Asiyayê ji roja şemiyê va destpê kir û roja yekşemê jî giheşte Cakartayê.

Zerîfi li Cakartayê bilî pişkdariya li civîna awarte ya serokên Saziya Hevkariya Islamî û gotûbêja ligel hejmareke pişkdarên vê civînê, bi rayedarên Endonêziyê ra hevdîtin pêk anî.

Sengapûr duyemîn welat bû ku wezîrê karên derve yê Îranê l iserdana xwe ya başûra rojhilata Asiyayê serdana wî kir û duşemê şevê giheşte vî welatî.

Civîna ligel îraniyên li Sengapûrê, axavtina li civîna guhertina rewşê ser xêra her du aliyan, hevdîtina ligel wezîrê karên derve, Lî Hisîn Long serokwezîr, Helîme Yeiqûb seroka parlimana Sengapûr û serokê banka navendiya vî welatî ji bernameyên Zerîfi li vê serdanê bûn. (ÎSLÂMİ DAVET KURDİ)

Başa dön tuşu