Serokê yekîna hevdengiya rawestana li ber terorîzmê li Fransayê ragihand nêzîkî 3 hezar ewrûpî ji wan 700 fransî tevlî grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li Iraq û Sûriyê bûne.
Li gorî rapora El-Alamê, Loyîk Garniyê, serokê yekîna hevdengiya rawestana li ber terorîzmê li Fransayê ragihand li gorî raporan, hejmara fransî an welatiyên fransî yên endamê DAIŞê nêzkî 700 kesan bûn ku 232 kes ji wan hatine kuştin.
Harniyê tekez kir li sala 2015an nêzîkî 30 hezar biyanî tevlî DAIŞê bûne ku ev reqema niha gihêştiye 12 hezar kesî ku ji nav wan 3 hezar kes ewrûpî ne.
Li gorî vê raporê, nêzkî 200 kes ku niha li Fransayê jiyan dikin li Sûriye û Iraqê endamê vê komê bûne û li kêleka wê şêr kiribûn.
Li gorî raporên ewlehiyê li Ewrûpayê, sedî 50 yê welatiyên terorîst ên welatên ewrûpî ku endamên DAIŞê ne hîn li navçên pevçûnê de ne û sedî 30 yê wan vegeriyane Ewrûpayê.
Fukar û dilgiraniya welatên ewrûpî ji vegeriyana terorîstan li halekê ye ku ev welat û hevpeymanên wan ji destpêka qeyranê li Sûriyê bi piştgiriya ji neyarên çekdar ên dewleta qanûnî ya vî welatî, rewşê jibo bidesthilatbûna grûpên terorîstî xweş kirine û rê li ber sefera welatiyên xwe bo endametiya van grûpana li Sûriyê û Iraqê negirtin (BANGÊ ÎSLÂMİ).