İslami Davet Kurdi Bange İslami

Bi hezaran filistînî li îniya dawîn a meha Remezanê çûne Mizgevta El Eqsayê

Çavkaniyên filistînî ragihandin ku bi hezaran filistînî li Beyt Ul Muqedesê, li îniya dawîn a meha pîroz a Remezanê ji bo xwendina nimêjê çûne Mizgevta El Eqsayê.

Li gorî raproa Ajansa npçeyan a MEHR`ê , li gorî gotina van çavkaniyan, bi hezaran filistînî ku ji sibeha îro îniyê ve ji bo xwendina nimêja îniyê a herî dawîn a meha pîroz a Remezanê, ji navçeyên curbicur ên Filistîna Dagîrbûyî, Perravên Rojava û Qudsê ve ber bi Beyt Ul Muqedesê va çûne, berê xwe dan Mizgevta El Eqsayê.

Leşkerên Rejîma Siyonîst jî li rawestgeh û navenda lêgerînê ya Qelendiyayê bi cih bûn û pêşiya derbasbûna filistîniyên li bin temenê 40 salan bo beşdariya li nimêja îniyê ya Mizgevta El Eqsayê girtin lewma bi dehan kes ji wan neçar man ji ser dîwêr banz bidin.

Bi zêdebûna tivdîrên ewlehiyê yên Rejîma Siyonîst ji bo sekinîna li hember meşa herî mezin a Mafê Vegerê ku bi Roja Qudsê re bûye gevgav, ev rejîma 50 balafirên avreşandinê ji bo vemirandina muhtemel a êgir ya li dû xwenîşandana îro ya li Zîvala Xazê amade kirine.

Xelkê Filistînê îro piştî xwendina nimêja îniyê li Roja Cîhanî ya Qudsê ku bûye hevgavê salvegera dagîrkirina tam a Qudsê bi destê Rejîma Îsraîlê di sala 1967`an de, xwenîşandan li dar dixin.

Îniya herî dawiyê ya meha pîroz a Remezanê li ser fermana Îmam Xumeynî (re), damezînerê Komara Îslamî ya Îranê, Roja Cîhanî ya Qudsê hatiye binavkirin. Meşa Roja Cîhanî ya Qudsê, wê sibê îniyê, 8`ê Hezîranê, beranberî 23`ê Remezana 1439`an a Koça Heyvî, hevgavê Îranê li welatên din ên cîhanê were lidarxistin.

Merasima Roja Cîhanî ya Qudsê îro di siet 10:30 de bi awayekî hevgav li zêde ji 900 bajarên Îranê destpê bû. Zêde ji 5300 raportêr û nûçegihanên navxweyî û bîyanî wêne û raport têkildarî merasima Roja Cîhanî ya Qudsê li seranserî Îranê belav kirin.

Exit mobile version