Bi hezaran kes ji welatiyên iraqî li çend bajarên vî welatî ji wan Bexda û Besrayê bona protestokirina siyasetên dijminane yên Emerîkayê yên dijî Îranê xwenîşandan bi rê xistin.
Li gorî rapora Al-Alamê, beşdarên vê xwenîşandanê li dijî siyasetên bi dijminatî yên Emerîkayê li dijî Îranê û navçê bi avêtina hin sloganan ji nûnerên parlemana Iraqê xwestin ku qanûnekê bona derketina eskerên Emerîkayê ji Iraqê bipejirînin.
Xelkê bajarên curbicure Iraqê li vê xwenîşandanê teqez kirin ku tu cure şerekî li dijî welatên cîran qebûl nakin.
Donald Tump serokkomarê Emerîkayê duşemiya heftiya buhurî di dewama devojeniyên li dijî Îranê li peyameke twîterî gefa şêr li Îranê xwar.
Pêştir jî bi sedan kes ji alîgirên Seyd Muqeda Sedr rêberê tevgera Sedrê bi kombûna li Kerbelayê û Bexdayê bi birêxistina şerê navçeyî ji aliyê Emerîkayê û kişandina wê bo Iraqê dijberî kirin.
Donald Trump serokkomarê Emerîkayê raghandiye ku dixweze 1500 hêzên eskerî bişîne Rojhilata Navînê. CNN`ê jî ji zarê rayedarekî pilebilind ên emerîkî raghand: Trump şandina kelûmel û hêzên eskerî yên zêdetir bo Rojhialat Navînê qebûl kiriye.