ÎranNûçeRojhilatanavin

Meytên sê şehîdên êrişa terorîstî ya li Pîranşarê hatin rakirin

Meytê paqij ê sê şehîdên wezareta itilaatê ya Komara Îslamiya Îranê ku vê dawiyê di encama pevçûna li hemberî terorîstan li navçeya sînorî ya Pîranşarê li parêzgeha Azerbaycana Rojava li bakûrê rojavaya Îranê de şehîd bibûn, roja îniyê li ser milê xelkê bajarên Ûrmiye, Neqede û Miyanduabê li vê parêzgehê hatin rakirin û definkirin.

Li gorî rapora IRNA`yê, komeka terorîst a çekdar ku bi armanca teqandin û kuştina xelkê bêsûc û jibo dewama aloziyên vê dawiyê derbasî Îranê bibûn, roja çarşemiya buhurî li Pîranşarê hatin naskirin.

Li gorî vê raporê, terorîstan dema pevçûnê, jineka gundî kirin mertal û ber bi memûran ve gulle avêtin ku di encamê de sê hêzên ewlehiyê şehîd bûn.

Di encama vê pevçûnê de terorîstek hat kuştin û çend kes ji wan jî buirîndar bûn. Hêzên ewlehîyê herwiha dest danîn ser hinek alav yên wek 5 Kilaşînkof û xeşab, 4 narincok, cilên leşkerî, çantên alavên leşkerî û defterçeyek ku têde rênimûniyên pêwîst bona pêkanîna bêewlehîtî û aloziyan hatibûn nivîsîn.

Hejmarek ji gelê Îranê ji çend rojên buhurî ve li çend bajaran bi lidarxistina kombûnan û qêrîna durişman nerazîbûna xwe li hemberî kifşnekirina çarenûsa sermîyana wan a li hin navendên bankî û darayîyê û jordaçûna bihaya hin kel û pelan û lawazîya çavdêrîya dewletê ser van babetana nîşan dan lê kesên bi dû firsendê û ajawegêr ku hin welatên rojavayî û ereb û Rêjîma Sîyonîst pişta wan digirin, kombûna biaştî ya gel veguhertin alozî û tevlihevîyê.

Rayedarên Amerîka, Rêjîma Sîyonîst, rêjîma Siûdî û mêdyayên bîyanî bi sûdwergirtina narewa ji van kombûnên gelanî hewil dan ku wan veguherînin ajawe û tevlihevîyê.

Gelê Îrana islamî jî di rojên buhurî de bi lidarxistina meşên berfire li pirranîya bajarên welêt, bêzarî û hêrsa xwe ji komploya nû ya dijminan û bikarînerên narewa yên firsendê ya ajawegêran ji bo xirabkirina malên giştî nîşan da. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu