NûçeRojhilatanavinSûriye

Bi hezaran kes ji xelkê bajarê Daryayê li Sûriyê vegeriyan malên xwe

Piştî aramiya li dorhêla bajarê Daryayê li rîfa rojava ya Şama paytexta Sûriyê, bi hezaran kes ji xelkê Daryayê vegeriyan malên xwe.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a FARS`ê, xelkê bajarê Daryayê ji roja Sêşemiyê ve li ser fermana Ela Munîr Îbrahîm, parêzgarê rîfa Şamê, vegeriyana bo malên xwe destpê kirine.

Li gorî ragihandina bajêrvaniya Daryayê, piştî hatina xelkê vî bajarî, civînek bi beşdariya xelk û parêzgarê rîfa Şamê dê were lidarxistin.

Darya di mideha 4 salan de şahidê dorpêça endamên terorîst ji hêla artêşa Sûriyê ve bû ku li Tebaxa 2016`an komîteyek bi nûneratiya komên çekdar, bi dewleta Sûriyê va li hev kirin ku ev bajara vala bibe.

Li destpêka sala 2018`an ve dewleta Sûriyê 35 mîlyar lîreji bo ji nûve avakirina binavahiyê Daryayê terxan kiriye.

Başa dön tuşu