IraqNûçeRojhilatanavin

Bi hezaran kes li meydana Tehrîrê, nîvroya înê nav teybîrên giran ên ewlehiyê xwenîşandan bi rê xistin

Xwenîşanderan li gor daxwaza Muqteda Sedr rêberê tevgera Sedrê dev ji sloganan berdan.

Yên beşdarbûyî bi rakirina hin  parçeyên binivîsar û palkardan daxwaza  cihanîna  reforman li saziyên  dewletî û guhertina  qanûnê û komîsyona  bilind a  lidarxistina  hilbijartina û rawstana li ber gendelî û mehkemekirina sebebkarên gendeliyê kirin.

Hejî gotinê ye ku  Muqteda Sedr duh ji alîgirên xwe xwest ku  îro înê li meydana  Tehrîrê li navenda paytexta Iraqê xwenîşandan birê bixin.

Wî her wiha  ji hêzên ewlehiyê xwest ku  canê xwenîşanderan biparzêin.

Muqtedar Sedr got : Sebebkarên  mûşekbarana navça Xezrayê ya Bexdayê ger peyriwê tevgera Sedrê ne 72 sietan  mecala wan heye xwe radestî saziyên qanûnî bikin.

Navça Kesk ku saziyên  giring  ên dewletî mîna  nivîsgeha serokwezîriyê û taxima dewletê û parleman ketine  wir şemiyê şevê ket ber êrişa sê mûşekan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu