NûçeRojhilatanavinYemen

Bi hezaran yemenî roja îniyê meşîyan

Bi hezaran yemenî li sêyemîn roja bidûhev, bi lidarxistina xwenîşandana berfireh, hevalbendiya destdirêjker a Siûdî û dewleta wê, berpirsên rewşa nebaş a li Yemenê dan zanîn.

Li gorî rapora kanala televîzyonî ya El Minarê, bi hezaran kes ji xelkê Yemenê, roja îniyê, ji bo sêyemîn roja bidûhev, bi daketina nav kolanên parêzgeha Teêzê li başûrê rojava ya Yemenê, nerizamendiya xwe li hember rewşa nebaş a aboriyê li vî welatî nîşan dan û bi qêrîna hin dirûşmeyan ragihandin: Hevalbendiya êrişker a Siûdî û dewleta wê ku hemî binavahiyên vî welatî ji nav birine, berpirsên rewşa bikaresat a Yemenê ne.

Xwenîşanderên yemenî, hin plakard girtibûne destê xwe ku ser wan dirûşmeyên dijî Erebistanê û xitimandina rewşa aboriyê li Yemenê û qeyranîbûna rewşa xelkê vî welatî hatibûn nivîsîn.

Başa dön tuşu