IraqNûçeRojhilatanavin

Bi milyaran dolar xerca avedankirina Mûsila Iraqê

Rayedarekî NY ragihand ku bo avedankirina Mûsilê hevcetî bi çend milyar dolarî û zêde ji salekê demê heye.

  Li gorî rapora IRIB News`ê, Lîz Grand hevdengkirê karûbarên  mirovheziyê ya  NY li Iraqê îro pênşmiyê got: “Nirxandinên  seretayî nîşan didin ku damezrandina  aramiyê û avedankirina  şebekeyên  av û rêjavê, elektrîk û vekirina  xwendigehan û nexweşxaneyên  Mûsilê li bakurê Iraqê zêde ji 2 beramberî texmînên seretayî xerca wê heye.

Grang destnîşan kir ku asta ziyanên li beşa rojava Mûsilê zêdetir ji asta çaverêkirî û xirabtir ji beşa rojhilat e ku şeş mehan berî niha hatiye azadkirin û damezrandina  aramî û ewlehiyê li rojhilata  Mûsilê dê du mehan bikşîne lê avednakirina  beşa rojavayî ya Mûsilê zêde ji salekê dê bikêşe û hevcetî bi  çend milyar dolarî pereyê heye.

Pêştir  Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê bal kişand ser vê yekê ku tu yek ji  rêberên cîhanê li bendê nebûn ku  têkoşerên  iraqî wisa lezgîn  destkewtên  binirx  li rawestana  li hember terorîzmê bi dest bêxin û got: “Piştî jinavçûna  tam a terorîstên DAIŞ`ê pêvajoya  avedankirina  Mûsilê destpê dibe“.

Piştî azadkirina beşa rojhilata  Mûsilê,  hêzên  iraqî ji Sibata 2017`an  operasyona  azadkirina  beşa rojavayî ya Mûsilê destpê kirin ku pênşemiya  buhurî qonaxa wê ya dawiyê kuta bû.

Başa dön tuşu