Rayedarekî NY ragihand ku bo avedankirina Mûsilê hevcetî bi çend milyar dolarî û zêde ji salekê demê heye.
Li gorî rapora IRIB News`ê, Lîz Grand hevdengkirê karûbarên mirovheziyê ya NY li Iraqê îro pênşmiyê got: “Nirxandinên seretayî nîşan didin ku damezrandina aramiyê û avedankirina şebekeyên av û rêjavê, elektrîk û vekirina xwendigehan û nexweşxaneyên Mûsilê li bakurê Iraqê zêde ji 2 beramberî texmînên seretayî xerca wê heye.
Grang destnîşan kir ku asta ziyanên li beşa rojava Mûsilê zêdetir ji asta çaverêkirî û xirabtir ji beşa rojhilat e ku şeş mehan berî niha hatiye azadkirin û damezrandina aramî û ewlehiyê li rojhilata Mûsilê dê du mehan bikşîne lê avednakirina beşa rojavayî ya Mûsilê zêde ji salekê dê bikêşe û hevcetî bi çend milyar dolarî pereyê heye.
Pêştir Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê bal kişand ser vê yekê ku tu yek ji rêberên cîhanê li bendê nebûn ku têkoşerên iraqî wisa lezgîn destkewtên binirx li rawestana li hember terorîzmê bi dest bêxin û got: “Piştî jinavçûna tam a terorîstên DAIŞ`ê pêvajoya avedankirina Mûsilê destpê dibe“.
Piştî azadkirina beşa rojhilata Mûsilê, hêzên iraqî ji Sibata 2017`an operasyona azadkirina beşa rojavayî ya Mûsilê destpê kirin ku pênşemiya buhurî qonaxa wê ya dawiyê kuta bû.