İslami Davet Kurdi Bange İslami

Bi milyonan kes çûn seredana mezargeha Îmam Xumêynî (RE)

Mezargeha Îmam Xumêynî (RE) xîmdarê Inqilaba Islamî ya Îranê, berî destpêbûna merasima 30`yemîn salvegera koça dawîyê ya wî, tijî evîndar û tazîdarên ji seranserî Îranê bû.

Îro hevgavê 30`yemîn salvegera koça dawîyê ya Îmam Xumêynî (RE) xîmdarê Inqilaba Islamî ya Îranê, tirba wî mazûvana bi milyonan kesên tazîdar e ku ji seranserî Îranê xwe gîhandine vê mezargehê ta ku nîşan bidin evîna wan têkildarî Îmam Xumêynî bêbin û bêdawî ye.

Hisên Kitabdar rêvebirê Komeleya Hîva Sor a Têhranê jî bal kişand ser raberkirinqa xizmetan  û got ku 655 kes ji kadrên vê Komeleyê li mezargeha Îmam Xymêynî (RE) di xizmeta tazîdaran de ne.

Serokê Orjansa Têhranê jî ragihand ku 11 navendên dermankirinê û 3 nexweşxanên gerrok li mezela Îmam Xumêynî (RE) hatine vekirinê û heta vê gavê xizmet raberî 993 kesî kirine.

Merasima rêzgirtin û bibîranîna Îmam Xumêynî (RE) îro danê êvarê di siet 17Ê30 de yê li mezargeha wî bê lidarxistin.

 

Exit mobile version