IraqNûçeRojhilatanavin

Di encama teqîneka terorîstî ya li rojhilata Mûsilê de, bi dehan kes hatin kuştin û birîndar bûn

Di encama teqîneka terorîstî ya li rojhilata Mûsilê de, bi dehan kes hatin kuştin û birîndar bûn.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a MEHR`ê, roja sêşemiyê di encama teqîna otobûseka bombekirî li bazarekê li navçeya nû azadbûyî ya El Bekirê li rojhilata Mûsilê de, 21 kes hatin kuştin û 35 kesên din jî birîndar bûn.

Koma terorîst a DAIŞ`ê bona cebirandina şikestên xwe yên li hember hêzên iraqî li Mûsilê, berê xwe daye liv û tevgerên terorîstî yên wekî kuştina kesên sivîl.

Eva li halekê ye ku hêzên Heşdi Şebî yên Iraqê karîne navçeya Til Etebe ya li başûrê rojavayê Mûsilê ji bin lepên terorîstên DAIŞ`ê azad bikin.

Hêzên şerrê dijî terorîsmê yên Iraqê jî taxa Hey El Berîdê li bakûrê rojhilata Mûsilê azad kirin.

Berî niha jî yekîneya zirixî ya artêşa Iraqê, li dewama operasyona istandina beşa rojhilatê ya Mûsilê, nexweşxaneya El Selamê li bajarê Mûsilê, istandin.

Di eynî demê de, çavkaniyên leşkerî yên Iraqê ragihandin, balafirên cengî yên hevalbendiya qaşo dijî DAIŞ`ê, pira pêncemîn a Mûsilê ku rojavayê vî bajarî digihîne rojhilata wê, dan ber bombeyan û ew ji nav birin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu