ÎranNûçeRojhilatanavin

Rexnegirtina Îranê ji bikaranîna narewa ya dezgehên mafên mirovan ên NY

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: Dirêjkirina dema erkdarîya raportera taybet ya rewşa mafên mirovan li Îranê bi pejirandina biryarnama mafên mirovan li Jênêvê, nîşaneyeke aşkira ya helwesta sîyasî û bikaranîna narewa ya dezgehên mafên mirovan ên NY ji hêla hin welatan va ye.

Konseya Mafên mirovan a NY îro bi biryarnameyekê erka Asime Cehangîr, raportera taybet a mafên mirovan li Îranê salekê dirêj kir. Ev biryarnama bi 22 dengên Erê, 12 dengên Na û 13 dengên Bêalî hat pejirandinê.

Behram Qasimî berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê îro bal kişand ser dirjkirina erka raportera taybet a rewşa mafên mirovan li Îranê bi palpiştîya dengên hejmareke kêm a binpêkerên mafên mirovan ên navçeyî û navnetewî û got: Şopandina sîyaseta sekinîna li hember û helwesta xirab û işkestxwarî bi rêka zordayîna ser welatên din bûye sedema lawazbûna hitbara pergala mafên mirovan a NY.

Qasimî herwiha got: Reşkiirna navê welatên serbixwe yên wek Îranê û nuxumandina binpêkirina mafên mirovan ji wan cinayeta li dijî mirovantîyê, cinayetên cengê û kuştina hovane li navçê û dinyayê, ji armancên din ên pejirandina biryarnama mafên mirovan li dijî Îranê bûne.

Wî herwiha got: Piştgirînekirina pirranîya welatên endamê Konseya Mafên mirovan ji vê biryarnamê, nîşana nebûna cîgeh û palpişta pirofişinal a biryarnama mafên mirovan a li dijî Îranê ye.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê pêkutî kir: Komara Islamî ya Îranê hertim amadebûna xwe jibo gotûbêjê û hevkarîya kêrhatî di çarçova çêtirkirina rastî û jordabirina mafên mirovan li gorî sazî û dezgehên rewa yên navnetewî yên mafên mirovan ên NY û rêzgirtina dualî û liyêkgiheştinê ragihandîye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu