Berdevkê Rêxistina vemirandina êgir a Îranê ragihand ku meytên 3 wezîfedarên agirvemirandinê di bin awara avahiya Plaskoyê hatine peydakirin.
IRIB Newsê, roja çarşemiyê ji zarê seyd Celal Melikî ragihnd: Meytên van 3 wezîfedarê agirvemirandinê li rexê bakurê rojava ya avahiya hilweşyayî ya Pilaskoyê ji bin awarê hatine peydakirin.
Pêştir meytê 2 vemirînerên êgir û 4 welatî ji bin awarên avahiya Pilaskoyê hatine derxistin û yek ji vemirînerên êgir ku li nexweşxanê bû ji ber giraniya birînên xwe şehîd bû.
Ev ajansa pêştir ji aliyê Seîd Şerîfzade, rêveberê rêxistina vemirandian êgir, ragihandibû ku heya niha sedî 85 operasyona rakirina awaran cih hatiye.
Biryar e peykerê şehîdên vemirandina êgir yên buyera Plaskoyê roja pênşemiyê ji saet 8:30 ji pêşiya zanîngeha Têhranê were oxirkirin. Meytên van şehîdan piştî oxirkirinê birêxistina ji kolanên Inqilab û Hafizê li Bihêştê Zehrayê hat definkirin.
Avahiya 17 qatî ya ticarî ya Plaskoyê li Têhranê saet 8 siba roja pênşemiyê agir pê ket li halekê ku hêzên vemirandina êgir hewl didan ku êgir vemirînin. Ev avahiya nêzîkî saet 11`an hilweşya û hejmarek ji vemirînerên êgir û hejamrek ji xelkê di bin awarê de man. (BANGÊ ÎSLÂMİ)